Pirsên berbelav
Ez çawa bîra demkî û daneyan paqij bikim?
Me ji bo te rêbereke vîdyoyî amade kiriye. Li ser kurterêya sepanê dirêj bitikîne, beşa Agahiyên sepanê hilbijêre û paşê beşa Embar hilbijêre. Heke kurterêya sepanê li ser ekrana te ya sereke tune be, here mîhengên sîstemê - Sepan - sepana AT Player hilbijêre. Ji kerema xwe li vîdyoyê temaşe bike. Û ji bîr neke ku paşekeftekê çêbikî!
Heke mimkun be, wê wergerîne zimanê min!
Ew jixwe hatiye wergerandin. Dema ku tu sepanê vedikî, divê ew bixweber bo zimanê te were wergerandin. Heke nehatibe wergerandin, ji kerema xwe here Mîheng û li wir zimanê xwe hilbijêre. Heke rastkirinên te hebin, ji kerema xwe me agahdar bike.
