Afirînerê Lîsteyên Lêdanê yê AIyê
Çawa bi Afirînerê Lîsteya Lêdanê yê AIyê lîsteyeke lêdanê çêbikî?
Tu amade yî ku lîsteyeke lêdanê ya taybet tenê ji bo xwe kifş bikî? Tenê beşa Lîsteyên lêdanê veke û bişkoka Lîsteya Lêdanê ya AIyê hilbijêre. Tiştê ku tu lê digerî rave bike - cure, hest, amûr an her hûrguliyeke din a taybet - û AI dê sêhra xwe bike. Gava lîsteya te ya lêdanê amade bû, tu yê agahdariyekê bistînî û ew ê di beşa Lîsteyên lêdanê de xuya bibe da ku tu bi kêf lê guhdarî bikî.
Mînakên daxwazan
"Lîsteyeke lêdanê ya indie ya rihet, bi stranbêjiya xewnî û rîtmên elektronîk ên mînîmalîst, da ku ez bêhna xwe vedim."
"Ez ji bo rêwîtiya bi erebeyê mîksekê dixwazim, bi stranên country yên navdar ên bi coş û soft rocka nostaljîk."
"Têkeliyeke aramker a stranên ambient û neo-soul ji bo xwendina şevên dereng."
Daxwazên cuda biceribîne da ku mîksa bêkêmasî ya stranên li gorî hal û hewaya te bi dest bixî. Çi tu stranên tije enerjî bixwazî çi awazên aram û rihet, Afirînerê Lîsteya Lêdanê yê AIyê dê hilbijartineke li gorî te rast li ber destê te amade bike. Kêfa muzîkê derxe!